Bi hebûna te re
Îro
Tim
Her gav
Her kêlîk
Ji xwe
Ez jî heme
Dilxweş
Dilşad
Serkeftî serbilind
Evîndar
Ev çend sal Ji te hez dikim
Her û her
Bi te re me
Çi divin
Dixwazim
Şabibim bi mirad
Evîn gul e
Buhişt
Buhar e
Geş lem e
Çi ramîsanên te
Xweş in
Ji wan
Têrnabim
Bi çêj bi tîn
Her roj
Sermedî
Ji te re misoger
Amade me
Di dil de
Ez û te
Cot tev
Vedigevizin
Dilerizin
Bi hoqboq tinaz
Laqirdî
Henek
Ken girnijîn
Îcar
Tew ne xem e
Êvar
Şev
Reş tarî taristan
Tereng
Tenî
Qar dibin
Dereng
Ta elendeyê
Ta
Rojhilat
Di ber te de me
Lê qey
Bobelat e
Narvîn e
Bextê reş
Beko û ewan
Nahêlin
Bûne rêgir
Gelacî
Tevlihevî
Kevneperestî
Hîn
Ji dema Zîn û Mem e
Bêbextî bû
Zikreşî bû
Ew sitiriye
Mîx e
Xirar e Kelem e Ji ya xwe nayêm xwar
Ez jê
Danakevim
Ne direvim
Ta sed û sal
Dê bimînim
Li benda te me
Tu ji min re
Ez ji te re
Bi sûnd
Peyman
Ser natewînim
Bi qewxe
Pêdar
Xweragir
Her Heme
……Dilêrê Kurd……
Ji dîwana/ Girnijîn/



